Nêçîrvan Barzanî peyamek ji bo 34emîn salvegera Komkujiya Enfalê belav kir

Nêçîrvan Barzanî peyamek ji bo 34emîn salvegera Komkujiya Enfalê belav kir

PeyamaKurd  Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera tawana Enfalê peyamek belav kir û diyar kir, Hikûmeta Federal a Iraqê, li hember erkekî yasayî, exlaqî û mirovatiyê de ye, da ku lêqewmiyan û malbatên enfalkiriyan qerebû bike û hindek ji birînên wan sarêj bibin.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Îro, 14ê Nîsanê, em gelek bi rêz û rûmet bîreweriya 182 hezar hevwelatiyên bêtawan yên Kurdistanê dikin û bejna xwe li hember canê paqijê şehîdan diçemînîn ku di sala 1988ê da di yek ji hov û dirindetirîn tawanên dîrokê de, desthilata hîngê ya Iraqê jênosîda kirin û canê xwe ji dest da.

Enfalan ku di 8 qonaxan da hejmareke mezin a deverên Herêma Kurdistanê vergirtin, ji bo heta hetayê xaleka reş e di nav çavên dîrokê û di nav çavên wan ên ew tawankirî de, tevaya mirovatiyê ji wê yekê berpirs e ku rê nedin ev awayê tawanan li tu derên din ên dinyayê dubare bibe ve û bi hemû awayî rê lê bê girtin.

Di demekê da ku Herêma Kurdistanê di rewşek hestiyar re derbas dibe, baştirîn bîranîn û bilindragirtina bîreweriya şehîdên Enafalan û tevaya şehîdên Kurdistanê biratî, bihevrebûn û yekrêziya hêz û aliyên Kurdistanî û pêkhateyên wê ye ji bo misogerkirin û parastina mafên destûrî û qewareyê siyasî û federalî û paşeroja Herêma Kurdistanê.

Dadgehê bala ya tawanan li Iraqê Enfal bi jênosîda û wek tawana dijî mirovatî û tawana cengê nas kiriye. Di vê bîreweriyê de, em careke din daxwaz dikîn ku Hikûmeta Federal ya Iraqê li hember erkek yasayî, exlaqî û mirovatiyê daye daku lêqewmiyan û malbatên enfalkiriyan qerebo bike da hindek ji birînên wan sarêj bibin.

Li Herêma Kurdistanê jî, hindî di şiyan da hebe, divê baştir xizmeta malbat û kesûkarên enfalkiriyan bê kirin û xebatên ji bona avadankririna deverên hatine enfalkirin û vegerandina rufatên şehîdan berdewam bin, herwisa, li ser astê navdewletî jî ji bona nasandina Enfalan wek jênosîda divê li ser xebatên xwe berdewam bİn.

Silav û rehmet bo canê şehîdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin