PeyamaKurd – Serokê Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) General Frank McKenzie da zanîn, fermandarên Amerîkî pêşbîniya êrîşên pirtir ên Dewleta Îslamî (DAIŞ) dikin.
General Frank McKenzie diyar kir, DAIŞ dikare bi roket an otomobîlên bombekirî balafirgehê bikin armanc û ew hemî tiştên pêdivî dikin ku xwe amade bikin.
McKenzie destnîşan kir, hin îstîxbarat bi Talîban re tê parve kirin û ew bawer dike ku "hin êrîş ji hêla wan ve hatine têkbirin".
Zêdetirî 20 welatên hevalbend yên NATOyê ku xebatên derxistina hemwelatiyên xwe û yên Afganî bi fîrînin ji Kabûlê dimeşînin dan zanîn, ew ê îro xebatên xwe temam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin