Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyê rewşa herêmê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tirkiyê rewşa herêmê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Tirkiyeyê yê li Iraqê Anil Bora Înan û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu kir.

Di hevdîtinê de, têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşxistina hevkariya her du aliyan, bi taybetî di warê aborî û bazirganiyê de hatin nirxandin.

 Her du aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevahengiyê ji bo parastina aramî û ewlehiyê kir.

Li ser rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê û hewlên ji bo derbaskirin û çareserkirina kêşeyên navxweyî, danûstandina bîr û ramanan hate kirin. Herwiha pêwîstiya diyalog û lihevhatina Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên hilawistî hat bibîrxistin.

Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, geşedanên dawî yên herêmê û rewşa navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû ku her du alî jî li ser girîngiya çareserkirina aştiyane ya kêşe û nakokiyan û parastina aramî û ewlehiyê hevnêrîn bûn.