Wezîrê Tendirustiyê: Rews metirsîdar e û mirin û pêketina ji ber Koronayê zêde bûye

Wezîrê Tendirustiyê: Rews metirsîdar e û mirin û pêketina ji ber Koronayê zêde bûye

PeyamaKurd – Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ji ber zêdebûna hejmara pêketina Koronayê hişyarî da diyar kir, rêjeya rojane ya pêketina bi Korona û pişkinînên pozîtîv, ji 5% bo 15% zêde bûye, herwiha mirina ji ber heman sedemê zêde bûye.

Wezîrê Tendirûstiya Herêma Kurdistanê destnîşan dike, berawird bi meha derbasbûyî, rewş metirsîdar e û pêketina bi Koronayê û mirina ji ber vê yekê jî zêde bûye.

Saman Berzincî dide zanîn, ku rêjeya rojeneya pişkinînên pozîtîv ji sedî 5 bo sedî 15 zêde bûye û mirina bi heman sedemê jî di zêdebûnê de ye.

Heya niha li Herêma Kurdistanê 209 hez ar û 220 kes bi Koronayê ketine. Ji vê hejmarê 4 hezar û 648 pêketî mirine û 189 hezar û 481 pêketî başbûne, hevdem 15 hezar 91 pêketî jî di jêr çareseriyê de

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin