PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz li ser medyaya civakî daxuyanî da.
Katz diyar kir ku li hemberî helwesta Îspanyayê ya li ser Filistînê, wî biryar da ku têkiliya di navbera mîsyona Îspanyayê ya li Îsraîlê û Filistînê de bibire û got, wê xizmetên Balyozxaneya Îspanya ya li Qudsa Rojhilat a dagirkirî ji Filistîniyên li Şerîeya Rojava ya dagirkirî re bên qedexekirin.
Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ragihand ku balyozên Tel Avîvê yên Îspanya, Norwêc û Îrlandayê yên ku biryara naskirina Filistînê dabûn, ji bo Wezareta Karên Derve hatin vexwendin. Îspanya, Norwêc û Îrlanda di 22ê Gulanê de ragihandibûn ku ew ê di 28ê Gulanê de li gor hiqûqa navneteweyî û biryarên eleqedar ên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Filistîna bi sînorên 1967an nas bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin