Rûsya û Neteweyên Yekgitî li ser krîza xidayê hevdîtin kirin

Rûsya û Neteweyên Yekgitî li ser krîza xidayê hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Aleksandr Fomin û cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî ku ji karên mirovî berpirse Martin Griffiths, li Moskovayê li ser mijara sewqiyata hûbûbatan ya ji lîmanên Ûkryanayê ji bo deverên din hevdîtin kirin. Ragihandin ji wezareta bergiriyê ya Rûsyayê bi nivîskî hat kirin.

Li gor ragihandina wezaretê; îro li Moskovayê Fomin û Griffiths lihev civiyane. Di civînê de behsa pirsgirêkên îxracata ji Ûkraynayê kirine û weha dewam dike:

“Fomîn ragihand ku Rûsya li ber lîmanên Ûkraynayê yên li Derya Reş de nebûye asteng. Korîdora mirovî ya ku keştî dikarin ji lîmanên Ûkraynayê derên, ji adara 2022 an ve vekiriye.”

Di daxwuyaniyê de Griffiths ragihand ku paqijkirina lîmanan ya ji mayînan, wezîfa Ûkraynayê ye. Krîza di seha xidayê de, ji ber dropêçên Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê ya li ser sewqiyata zincîrê ye. Wezaret got ku Rûsya yek ji îxracatvanê hûbûbata ye û pêşiya Rûsyayê di îxracatê de tê astengkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin