Li Efrînê 10 sivîl hatin revandin: Ji bo berdanê fîdye dixwazin

Li Efrînê 10 sivîl hatin revandin: Ji bo berdanê fîdye dixwazin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Efrînê û navçeyên wê ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve di rojên dawî de 10 kes hatine revandin û ji hinek malbatan fîdye ji bo berdana wan hatiye xwestin.

Li gorî çavkaniyên herêmê li navçeya Mabata ya Efrînê çekdarên bi navê polîsên leşkerî yên girêdayî artêşa Tirkiyê 16ê Îlonê 3 welatiyên ji gundê Kobakiyê revandin.

Kesên ji gundê Kobakiyê hatine revandin Edhem Hemo, Mihmed Resûl Mistefa û Basil Abdulrehman Mistefa ne.

Heman çavkaniyan ragihandiye ji gundê Birîmca jî da xuyakirin ku çekdarên polîsên leşkerî 15ê Îlonê 5 welatî revandine ku navên wan jî wiha ne: Faîq Sebrî Mûsa, Mihmed Henan Mûsa, Welîd Mistefa Mûsa, Xelîl Mihmed Osman û Mistefa Mihmed Seydo.

Malbatên kesên hatine revandin dibêjin, fîdye ji wan hatiye xwestin û wan ji bo serbestberdana xizmên xwe fîdye dane.

Herwiha li gorî heman çavkaniyan 13ê Îlonê jî kesê bi navê Cemîl Hemo (55 salî) û kurê wî Dilgeş Hemo (28 salî)  ji navenda navçeya Cindirêsê hatine revandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin