Neviya Faîk Bucak bû namzeda Saredariya Diyarbekirê

Neviya Faîk Bucak bû namzeda Saredariya Diyarbekirê

PeyamaKurd – Di pêşhilbijartinên bernamzedên hevserokatiya şaredariya Diyabekirê yên DEM Partiyê de, namzeda jin hate diyar kirin.

Hate ragihandin ku Serra Bucak wek bernamzeda DEM Partiyê ya jin bo hilbijartinên şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê hate hilbijartin.

Li gorî zanyariyan di pêşhilbijartina doh 21ê Çileyê ya bernamzedên jin ên bo şaredardiya Diyarbekirê de, Serra Bucak ji sedî 55ê dengên delegeyan wergirt û 4 hezar 875 deng standin.

 Hevrika wê Gulşen Ozer jî 1724 deng wergirtin û Serra Bucak wek namzeda hilbijartinên şaredariya bajarê Diyarbekirê diyar bû.

Tê çaverêkirin di pêşhilbijartinên DEM Partiyê de, ji bo namzedê mêr ê hevseroktiya şaredariya Diyarbekirê jî Garip Kandemir û Dogan Hatun hevrikiyê bikin.

Serra Bucak, neviya Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê, parêzer û helbestvan Faîk Bucak e. Faîk Bucak di sala 1966an de li bajarokê Rihayê Sîwerekê bi 18 guleyan hatibû birîndarkirin û piştre li nexweşxaneyê şehîd bûbû.

Serra Bucak ji sala 2006an ve li şaredariyên Diyarbekirê xebat kirine û bi salan e di siyasetê de cî digire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin