PeyamaKurd – Nêzîkî paytexta Iraqê ya Bexdayê, rêveberekî rêxistina terorîst a DAIŞê hat girtin.
Çapemeniya Iraqê diyar kir, îro 16.04.2022yyê fermandariya polîsê federal ê Iraqê bi daxuyaniyekî ragihand, rêveberekî DAIŞê hatiye girtin.
Herwiha fermandariya polîsê federal bê ku navê wî rêveberê DAIŞê eşkere bike da zanîb: Ew rêveberê hatiye girtin li eyaleta Felluce û dîwana çekdarkirina DAIŞê de kar kiriye.
Fermandariya polîsê federal ew rêveberê DAIŞê li rawestekekî ser rêya di navbera balefirgeha navnetewî ya Bexda û bajarê Bexdayê de hatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin