Terorîstên DAISê bi hawinan bajarokê Gulalê topbaran kirin

Terorîstên DAISê bi hawinan bajarokê Gulalê topbaran kirin

PeyamaKurd – Derdora Gulale li bakurê rojhilatê bajarê Beiqubeyê, ji aliyê DAIŞê ve, bi hawinan hat topbarankirin, lê êrîşa DAIŞê tu ziyanên canî li pê xwe nehişt.

Li gor Ehmed Zirguşî Rêveberê Bajarokê Gulalê diyar kiriye: “Êvara roja Pêncşemê, 18ê Sibata 2021 çekdarên DAIŞê derdora bajarokê Gulale dane ber hawinan, lê tu ziyanên canî û madî li pê xwe nehişt”.

Zirguşî derbarê liv û tevgera çekdarên DAIŞê li navçeyê da zanîn: “Bi awayekî giştî, liv û tevgera DAIŞê li navçeyê heye, berî demekê du êrîş encam dan û di encamê de polîsek û kesekî sivîl hatin kuştin, îro jî derdora Gulale bi hawinan topbaran kirin”.

Bi gotina Rêveberê Bajarokê Gulaleyê: “Rewşa ewlehiya vî bajarokî baş e û hemû malbatên koçber vegeriyane cihê xwe, xizmetguzariyên sereke weke av, elektrîk û tendirustî jî hene”.

Bajarokê Gulale ango Celewla dikeve başûrê qezaya Kelarê û ji aliyê îdarî ve ser bi qezaya Xaneqînê û parêzgeha Diyaleyê ve ye. Gulale bajarokekî Kurdistanî ye ku dikeve sînorê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û beşek ji navçeyên sînorê madeya 140 a Destûra Iraqê ye ku li gor vê madeya destûrî divê rewşa wan navçeyan bê asayîkirin û pişt re xelkê wan navçeyan di referandumekê de biryar li ser çarenivîsa navçeyên xwe bidin.

Nîştecihên bajarokê Gulaleyê ji herdu pêkhateyên Kurd û Ereb pêk tê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin