PeyamaKurd- Ji rêvebiriya Îsraîlê rêvebirekî ku nexwest navê xwe bide ji çapemeniyê re ragihand ku ew dikarin bikevin axa Lubnanê. Rêvebir di derbarê operasyona ser sînorê Lubnanê de weha got:
“ Eger ji Îranê bo sîlih bidin Lubnanê, korîdoreka weha hebe, Lubnan bi halekî nexweş re rû bi rû ye. Di haleteka weha de dibe em bikevin Lubnanê.”
Rêvebirê Îsraîlê ragihand ku tunelên ji Lubnanê destpêdikin û heya axa Îsraîlê tên mezinin û hem firene. Rêvebir weha dewam kir:
“Bi rêya van tunelan gelek hêz dikarin derbasî axa Îsraîlê bibin û di herêmê de mirovan bikujin, karin mirovan birevînin û karin gundan bixin destên xwe. Tunel bi van armancan hatine çêkirin.”
Operasyona Îsraîlê ya ser sînorê Lubnanê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin