PeyamaKurd - Yekîtiya Netewan li ser Yemenê ku şerê navxweyî lê berdewan dike got, li Yemenê krîzek mezin ya mirovatiyê diqewime û ger civakên navneteweyî alîkariya wan nekin ew ê encamên gelekî nexweş derkevin.
Berpirsê Karên Mirovan ê Alîkarê Sekreterya Giştî ya Yekîtiya Netewan Mark Lowcock, da zanîn ku ji ber belavbûna vîrusa Korona gelek pêketî û yên can didin hene û hejmara wan li gor dinyê gelekî pirtir e.
Lowcock berdwan kir û got, ji ber şerê navxweyî pergala tendurîstîyê binpê bûye û ji ber vê hejmara kesên nexweş û mirî nayê zanîn.
Berpirsê Karên Mirovan ê Alîkarê Sekreterya Giştî ya Yekîtiya Netewan Mark Lowcock dibêje, ger çarenûsek neye dîtin, wê 5 mîlyon zarok neyên derman kirin, gelek kes dê ji birçîbûnê can bidin û gelek kes jî bi Korona û Kolera can bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin