PeyamaKurd- Serokê Îranê Hesen Rûhanî got ku Amerîka fêm kir ku nikare pêşî li firotina petrolê bigre û mecbûr ma ku bi paş de gavan bavêje. Amerîka ti carê nexwestiye ku firotina petrola Îranê daxîne sifrê. Rûhanî ragihandina xwe piştî civîna ku bi Elî Larîcanî û Sadiq Larîcanî re kir da çapemeniyê.
Rûhanî got Amerîka dibêje hedefa wan hukumete lê ev ne raste û hedefa Amerîkayê xelkê Îranê ye. Amerîka bi dorpêçên şaş xelkê kiriye hedef û derbê li sîstema bankayan daye û nahêle îxracat çêbibe. Bi sedema ku hun bankayan bixin hedefa xwe, ev tê vateya ku hun derman û pêdiviyên tenduristiyê jî dixin hedefa xwe.
Îran dibêje ku Amerîka gav bi paşde avêtiye lê heya niha nîşaneka weha di Amerîka de nehat dîtin. Îran dixwaze raya xwe ya giştî bi van gotinan têr bike lê xelkê Îranê gelek zahmete ku bi van gotinan têr bibe. Amerîka di her beyana xwe de dixwest miqdarê firotina nefta Îranê li dor 1 mîlyon varêlê bigre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin