PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî diyar kir ku encamên hilbijartinên xûla çarem a parlamentoyê nayêne hilweşandin û got:
"Ji desthilata hikûmet û parlamentoyê nîne, ku encamên hilbijartinan hilweşînin.”
Heyder Îbadî îro li Bexdayê konfransa rojnamevanî ya heftane li dar xist.
Îbadî di vê konfransa rojnamevanî de ragihand, ku ne hikûmet û ne jî parlamento dikarin encamên hilbijartina parlamenî ya 12ê Gulanê hilweşînin.
Serokwezîrê Iraqê got: “Tenê dadgeha federalî dikare biryar bide, ku hilbijartin were dubarekirin û ew yek ji desthilatê hikûmet û parlamentoyê nîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin