PeyamaKurd - Li Hesekê gel nerazîbûn nîşanî rakirina zimanê kurdî ji tabelaya fermî ya avahiya Koşka Edaletê da.
Hikumeta demkî li bajarê Hesekê tabelaya nasandinê ya li ser avahiya Koşka Edaletê ku bi zimanên kurdî û erebî hatibû nîvisandin, rakir û li şûna wê tabelaya bi zimanên erebî û îngilîzî danî.
Gel li hemberî vê yekê nerazîbûnê nîşan dide û banga naskirina zimanê kurdî dike