Nivîskarên Kurd bi danîna gulan a ber konsolxaneya Hewlêrê pistgirî dan Fransayê

Nivîskarên Kurd bi danîna gulan a ber konsolxaneya Hewlêrê pistgirî dan Fransayê

PeyamaKurd – Hejmarek nivîskarên kurd, îro Înê gul danîn pêş konsolxaneya Hewlêrê ya Fransayê û dilsozî û piştevaniya xwe ji bo gelê Fransa diyar kirin.

Nivîskarên kurd ji bo li hember êrîşên îslamîstên tundrew piştevaniya xwe bo gelê Fransayê bi danîna gulan nîşan dan gotin, "Em misilman in, girîngiyê didin dînê xwe. Lê em ji tûndrewan cuda ne."

Nivîskaran li ser pankartan peyamên xwe yên aştî û hezkirinê pêşkêşî gelê Fransa kirin.

Nivîskar Cecar Cemal Xerib ku ev kampanya daye destpêkirin, ji K24ê re gotiye, "Em deyndarê Fransayê ne. Wan ji bo parastina me kurdan (1990'an) xeta 'fly zone' danîn (Firîna balafiran li ser herêma Kurdistanê qedexekiribûn). Alîkariya me xelkê Kurdistanê kirin.Xelkê Kurdistanê ji top, şer û balafiran xelas kirin. Ez peyamekê digihînim ji bo hemû xelkê Kurdistanê. Bi rastî milletê Kurdistan xelkekî misilman e. Peyamên Qûran û Îslamê pîroziyên wan in. Gelek gelek rêza me ji bo Qûran û îslamê heye. Lêbelê em vê jî dizanin ku, Fransa dewleteke ku alîkarî daye Kurdistanê."

Kurdistanî piştgiriyeke xurt didin Fransayê li hember êrîşên tundrewan ku herî dawî doh li bajarê Nice di kilîseyekê de 4 kes bi kêran hatin kuştin û dibêjin, Fransayê alîkariya kurdan bi taybet Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kiriye, ew jî wek wefadarî spasiya gelê Fransayê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin