Pelosî ragihand: Îro ji bo çarenivîsa Trump em deng didin...

Pelosî ragihand: Îro ji bo çarenivîsa Trump em deng didin...

PeyamaKurd - Seroka Civata Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ragihand ku dengdana ser ji kar dûrxistina Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê tê kirin.

Nancy Pelosî dîyar kir ku Civata Nûneran dê yek ji karên xwe yên herî girîng bike û bang li hemî endamên civatê kir ku li ser sonda xwe bisekinin û berevanîya qanûna bingehîn ya Amerîkî bikin û got, “Li Amerîka, ti kes ne di ser qanûnan re ye.”

Trump li ser mijara ezilkirinê doh Sêşemê ji Pelosî re nameyeke bi şeş rûpelan nivîsîbû û gotibû, Demokrat zararê didin demokrasîya Amerîka û îdia kiribû ku peyvajoya ezilkirinê ‘hewildaneke darbeyê’ ye.

Li gorî yasayên Amerîkayê heger Civata Nûneran biryara ji kar dûrxistina Trump bipejirîne jî Civata Senatoran a dikare wê biryarê nepejirîne ku jixw piranîya wê Komarî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin