PeyamaKurd – Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek li ser daxwaza Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir el-Herîrî ya ji bo Tirkiyê li dijî navçeyên di bin destê hêzên HSDê de ne destwerdana serbazî bike belav kir.
Di daxuyaniyê de MSD diyar dike, Îtîlafê hewl nedaye tiştekî ji bo cîbicîkirina hêviyên Sûriyê bike, lê belê wan bê şermî ji aliyê ku wan bi kar tîne xwest ku beşeke bêhtir ji xaka Sûriyê dagir bike û hejmareke bêhtir ji xelkê Sûriyê koçber bike.
Herwiha MSD dide zanîn, Îtîlaf di projeyekê de kar dike ku ti ajandaya wê ya niştimanî nîne û rola Îtîlafê tê de tenê rola bikirêgirtiyê tawanbar ê dagîrkeran e.
MSD Îtîlafê bi encamdana êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê tohmetbar dike û dibêje, her kes dizane kî kujerên sivîlan in û kî dizê zeytûnan in û kî talankerên mal û milkê xelkê ne û kî hawirde di nav malên koçberan de niştecî kirine û kî rojane tawanan encam dide ku sîxurên rejîmê û nokerên Tirkiyê ku navê opozisyonê li xwe dikin, wan rewa dibînin.
MSD daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dike, komîteyeke navdewletî bêalî dirust ava bike, da ku lêkolînê di tawana êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê bike û berpirsyarên wê aşkere bike û wan bibe pêş dadgehan.
Di 14ê Hezîran 2021an de, Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Nesir el-Herîrî di daxuyaniyeke çapemeniyê de bang li Serokkomarê Tirkiyê kiribû, destwerdaneke serbazî bike ku heremên di bin destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne derxe.
Herwiha Nasir El-Herîrî di heman daxuyanî de bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden jî kiribû ku piştgiriyê nedin Hêzên Sûriya Demokratîk.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin