Dizeyî: Kêseya PKKê ne bi PDKê re ye, bi Herêma Kurdistanê re ye

Dizeyî: Kêseya PKKê ne bi PDKê re ye, bi Herêma Kurdistanê re ye

PeyamaKurd - Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got, girjî û alozî di navbera PKKê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de nînin û alozî di navbera PKKê û Herêma Kurdistanê de hene.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji BBC Tirkî re axivî û li ser pirsa PKKê li Herêma Kurdistanê diyar kir: “PKK 30 sal in li herêmên sînorî yên Herêma Kurdistanê de bi cih bûye û xwe weke cihgirê Herêma Kurdistanê dizane.”

Sefîn Dizeyî  destnîşan kir, hêza Pêşmerge li jêr fermana Wezareta Pêşmerge ye ku Wezareta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji ber wê kêşe di navbera PKK û PDKê de nîne, belkî di navbera PKKê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

Dizeyî herwiha bibîr xist ku PKK bûye sedem ku nearamî û alozî li wan herêmên sînorî pêk were.

Hêjayî gotinê ye, PKKê du hefte berê li herêma Metîna û Zaxoyê 6 Pêşmerge şehîd kiribûn û 7 Pêşmere jî birîndar kiribûn û fermandarekî PKKê yê xwe radestî hêzên Pêşmerge kiribû jî hurgiliyên wan êrîşên ser Pêşmerge eşkere kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin