Rûsya: Derbarê kêmkirina aloziyan de me bi Tirkiyê re li hev kir

Rûsya: Derbarê kêmkirina aloziyan de me bi Tirkiyê re li hev kir

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku wan bi Tirkiyê re derbarê kêmkirina aloziyên li Idlibê û aramkirina rewşê li hev kirine.

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê naveroka hevdîtina şanda rûsî û tirkî li Enqerê ya duhî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ”Herdu aliyan li hev kir ku ji aliyekî ve bi terorîstan re li têkoşînê bikin û ji aliyê din ve jî derbarê kêmkirina aloziyan de Rûsya û Tirkiyê li hev kiriye.”

Wezaretê herwiha da zanîn ku herdu aliyan lihevkiriye ku, bi komên terorî yên ku ji aliyê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hatine qebulkirin re têkoşînê bikin û di warê kêmkirina aloziyên li herêmê jî herdu alî gihaştin rêkeftinekê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin