PeyamaKurd- Serokê Iraqê Berhem Salih îro li Bexdayê balyozê Tirkiyê Fatih Yıldız qebûl kir. Di civînê de behsa girîngiya pêşdebirina têkiliyên navbera her dû dewletan û behsa berjewendiyên her dû xelkan hat kirin.
Fatih Yıldız behsa pêşdebirina têkiliyên her dû dewletan kir ku xwest bila têkilî xurttir bibin, dostaniya wan zêde bibe û hevkarî pêşdetir here.
Yıldız, nameya dawetkirina Berhem Salih ji aliyê serokê Tirkiyê Teyip Erdoğan ve da Berhem Salih û Berhem Salih got ku wê di demeka nêz de seredana Tirkiyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin