Ji Rûsya, Îran û Tirkiyê danezana Sûriyê: Iraq û Lubnan dibin çavdêr

Ji Rûsya, Îran û Tirkiyê danezana Sûriyê: Iraq û Lubnan dibin çavdêr

PeyamaKurd – Civîna hevdîtinên 12emîn ên welatên garantorên Sûriyê yên formata Astanayê ku li paytexta Kazaxistan Nûr Sultanê hat lidarxistin, bi dawî bû.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Kazaxistanê Muhtar Tleuberdî piştî civîna Rûsya, Tirkiye, Îran, rejîma Sûriyê û şanda opozîsyona Sûriyê danezana encamnameya civînê xwend.

Di danezana encamnameyê de, biryara pênasekirina serweriya Îsraîlê li Girên Golanê ya Amerîkayê bi tundî hat şermezarkirin.

'XEBATÊN BO DESTÛRÊ DÊ BÊN LEZANDIN'

Li ser rewşa Idlibê hat diyarkirin, dê têkoşîna li dijî rêxistinên terorî DAIŞ, El Nûsra, HTŞ û kesayetên di lîsta terorê de ne berdewam bike û li ser bi temamî bicihanîna rêkeftina Soçiyê lihevkirin çêbûye ku dê Tirkiye, Îran û Rûsya ligel hev kar bikin.

Herwiha hat destnîşankirin ku dê xebatên bo avakirina Komîteya Destûra Nû ya Sûriyê bên lezandin û civînên dahatuyê yên li ser mijarê jî li Cenevê bên kirin.

Di danezanê de hat ragihandin, Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser lêzêdekirina welatên çavdêr ên cîranên Sûriyê li hevdîtinên formata Astanayê li hev kirine ku di civîna dahatû de Iraq û Lubnan jî beşdar bibin.

BANG LI NY Û CIVAKA NAVDEWLETÎ HAT KIRIN

Herwiha hat diyarkirin ku dê xebatên li ser serbest berdana kesên ji aliyê hin komên çekdar ve hatine dîlgirtin berdewam bikin û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û civaka navdewletî jî hat kirin, alîkariyên mirovî bê şert û mercan bigihîne hemû gelên Sûriyê.

Hat ragihandin ku dê civîna dahatuyê li meha Tîrmeha 2019an li Nûr Sultanê dîsa bê lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin