PeyamaKurd- Li Tirkiyê piştî hewla darbeya 15ê Temûzê, di 20ê Temûza 2016an de rewşa awarte hatibû îlankirin. Piştî du salan di 18ê Temûza 2018an de rewşa awarte hate rakirin. Vê geşedanê di çapemeniya dinyayê de jî gelekî cih girt.
Le Mondeya Fransî jî li ser vê geşedanê nêrînên xwe parve kirin û cih da van îfadeyan: Rewaş awarte bi taybetî li dijî darbevanên 15ê Temûzê û siyaseta Kurdan hate bikaranîn. Di heman demê de rojnamevanên muxalif û saziyên civaka sivîl jî hatin hedefgirtin. Ji xeynî vê, hê jî avêtina ji kar dewam dike, erkên waliyan tê zêdekirin û seyahatkirina şikbaran tê qelskirin.
Le Figaro jî cih da rewşa awarte û wiha dewam kir: Tenê navê rewşa awarte tê rakirin. Li gorî qanûnên nû ku hatine meclîsê, xebatên rewşa awarte wê bi heman şiklî bidomin.
Der Spiegel jî cih da geşedanên li Tirkiyê û wiha got: “Rewşa awarte tê rakirin, lê belê ew tu guhertinan li Tirkiyê naîne. Yanî çawa ku ev du sal in jikaravêtin, nefîkirin û zext û zordarî hene, ev ê bi heman rengî dewam bikin.
The Guardian jî got ku reşwa awarte radibe, lê belê hewaya tirs û xofê didome. Recep Tayyip Erdogan hê jî bela xwe ji muxalifan venake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin