PeyamaKurd- Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê, ligel nûnerên Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) civînek li dar xist. Di derbarê hevdîtinê de hat ragihandin ku Amerîka, piştgiriya êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, nake.
Di derbarê civîna ku duh hatibû kirin de li ser malpera fermî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hat ragihandin ku Nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê Nicholas Granger, li Navenda Giştî ya PYDê ya li Qamişloyê, bi nûnerên PYNK’ê re civiyaye.
Di derbarê civînê de hat ragihandin ku aliyan rewşa herêmê, piştgiriya herêmê û piştgiriya navneteweyî ya ji bo herêmê nirxandine. Hat destnîşankirin ku di civînê de qala zêdebûna êrişên Tirkiyeyê û bi taybetî jî êrîşên bi dronan hatiye kirin ku di pêvajoya dawîn de bi vê rêbazê sivîl dibin armanca êrîşan.
Hat diyarkirin ku Nûnerê Amerîkayê ji nûnerên PYNKê re tekez kiriye ku ew piştgirên aramiya herêmê ne û ew piştgiriya êrîşên Tirkiyeyê nakin û sedem jî wisa hatiye nîşandan ku têkçûna ewlehiya herêmê, dê bandoreke neyînî li ser ewlehiya navçeyê bi giştî bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin