NY: Li Helebê 58 hezar Kurd hîn jî ji ber şer koçber in

Dîroka Weşanê :
NY: Li Helebê 58 hezar Kurd hîn jî ji ber şer koçber in

PeyamaKurd – Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Heq ragihand ku piştî êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, 58 hezar sivîlên Kurd hîn jî nekarîne vegerin malên xwe.

Heq diyar kir ku tevî vegera 90 hezar kesan bo Helebê, metirsiya ewlehiyê ya li taxên Kurdan hîn jî berdewam dike.

Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya koçberên li Heleb, Efrîn û Îdlibê pakêteke alîkariyê ya awarte ya bi bihayê 2.5 mîlyon dolarî veqetand.

Ferhan Heq tekez kir ku vegera malbatan rasterast bi "aramî û ewlehiyê" ve girêdayî ye û diyar kir ku NY bi rêya rêxistinên nehikûmî hewl dide xwarin û piştgiriya psîkososyal bigihîne qurbaniyên şer.