PeyamaKurd – Malpera Hengaw ya mafên mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku pasdarên Îranê li devera Newsûdê ya Kirmaşanê êrîş kiriye ser kolberên Kurd û di encamê de 4 kolberên Kurd birîndar kirine. Li gor ragihandinê; pasdarên Îranê kolberan daye ber guleyan.
Malper di heman wextê de navên kolberên birîndar ji bo çapemeniya xwe û dinyayê weha ragihand:
Ferîdûn Bûzî, Remezan Sabirî, Dara Bûzî û Abid Şeceriyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin