PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê rewşa vîrusa koronayê ya 24 saetên dawî li seranserê Herêma Kurdistanê ragihand.
Li gorî daxuyaniye wezaretê di 24 saetên borî de 955 kesên din bi koronayê ketine, 19 kes jî ji koronayê mirine û 374 nexweş jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re, li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê 43 hezar û 323 kes in, hejmara başbûyan 27 hezar û 698 kes in, 14 hezar û 53 nexweşên korona çareseriya pizîşkî distînin û hezar û 572 kesan jî heta niha can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin