Stenbol | 8 tohmetbarên DAISê hatin desteserkirin

Stenbol | 8 tohmetbarên DAISê hatin desteserkirin

PeyamaKurd –Li Stenbolê, operasyoneke ewlekariyê li dijî DAIŞê hat pêkanîn û di encama operasyonê de, 8 kes bi tohmeta endambûna DAIŞê û hewldana “êrişên terorî” hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyên ji medya fermî ya Tirkiyê, îro li parêzgeha Stenbolê, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, dest bi operasyoneke berfireh li dijî endam û rêxistinên nihênî yên DAIŞê kirin ku di demên borî de li ser navê DAIŞê kar û çalakî kirine û li herêmên şer ên Sûriye û Iraqê mane.

Di çarçoveya lêpirsînê de, Hêzên ewlehiyê li 11 navçeyên Stenbolê bi ser 12 navnîşanan de girtin û 8 gumanbarên biyanî desteser kirin.

Herwiha, di lêgerîna li malan de, gelek belgeyên rêxistinî û amûrên dijîtal hatin bidestxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin