Tirkiyê 2 sal û 6 meh cezayê Parlamenterê HDPê Gergerlîoglu pesend kir

Tirkiyê 2 sal û 6 meh cezayê Parlamenterê HDPê Gergerlîoglu pesend kir

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a Tirkiyê, 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê li Parlamenterê Kocaelî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu hatibû birîn, pesend kir.

Gergerlîoglu, berî bibe Parlamenter, 21ê Sibata 2018an ji aliyê 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê ve bi tohmeta “propagandekirina terorê” bi 2 sal û 6 mehan zîndankirin hatibû cezakirin. Piştre dosya bo Dadgeha Bilind hatibû şandin.

Piştî pêdeçûna dosyayê, 16emîn Daîreya Dadgeha Bilind, cezayê ku li Gergerlioglu hatibû birîn pesend kir.

Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku pesendkirina ceza “biryareke bilez a dadgehê ye û got: “Du sal û nîv e min hemû berpirsyarî û erkên xwe yên Parlamenteriyê, bo vî miletî anîn cîh. Bê cudahî kê zilim dîtibe ligel bûme. Bersiva desthilatê jî ev bû!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin