Ebdulmehdî eskere kir dê kengî dest ji kar berde

Ebdulmehdî eskere kir dê kengî dest ji kar berde

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî yê ku dest ji kar berdaye, ragihand ku heya ku hikûmeta nû bê avakirin dê li ser kar bimîne.

Adil Ebdulnehdî ji televizyoneke iraqî re axivî û diyar kir, heya hikumeteke nû were avakirin ew dê karê xwe yê serokwezîriyê bidomîne.  Herwiha Ebdulmehdî eşkere kir ku ew dê piştigiriya hikûmeteke nû bike.

Li ser pirsekê Ebdulmehdî da zanîn ku projeyasaya mûçeya sala 2020an amade ye û got dê kî bibe serokwezîr, gotubêj dewam dikin.

Ji bo serokwezîriyê navê Wezîrê Berê yê Partiya Yasa Muhammed Şiya Sudanî, Parêzgarê Besrayê Esad Îdanî û Serokê Saziya Ragihandinê Mustafa Kazimî dertên pêş.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin