Soylu: Ne mimkun e qeyûm bo Stenbol û Enqerê bê danîn

Soylu: Ne mimkun e qeyûm bo Stenbol û Enqerê bê danîn

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku piştî tayînkirina qeyûman bo şaredariyên bajarên Kurdan gefa qeyûman bo şaredariya Stenbolê û Enqerê jî dixwar, îro ragihand ku tiştekî wisa ne mijara gotinê ye, pêwîst e pêwendiya wan bi terorê re hebe.

Soylu li ser pirsa îhtimala tayînkirina qeyûman bo Stenbol û Enqerê got, “Pêwîste ji destkişandina ji kar bi terorê re pêwendiya wan hebe, ji bo Stenbol û Enqerê tiştekî wisa ne mijara gotinê ye, ne mimkun e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin