PeyamaKurd - Medyayên Yemenî îdîa kirin ku fermandarekî Amerîkî yê Black Waterê ku ji bo hêzên Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî li Yemenê şer dikir û nîzikî Muhemed Bin Zayid welîehdê Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî ye, ji aliyê artêş û Ensarullaha Yemenê dîl hate girtin.
Medyayên Yemenê îdîa dikin ku girtina vî fermandarê Amerîkî dikare guhartinên stratejîk li serser qazanca Hûsiyan çêbike.
Tora civakî ya "Bê Sîber" jî îdîa kiriye ku ev fermandarê ku hatiye girtin muhtemel e fermandarekî hêzên ewlehiya Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî bibe û îhtimal jî heye ku fermandarekî Black Waterê bibe ku bi hêzên ewlehiya Mîrnişînên Yekgirtî yên Erebî re peymanname îmza kiribe.
Black Water kompaniyeke ewlehiyê ya Amerîkayê ye ku diravekî zêde ji welatan distîne û servîsên leşkerî dide wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin