Erdogan: "Min qet bawer nekir bi fermana Qral be"

Erdogan: "Min qet bawer nekir bi fermana Qral be"

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku qetla Cemal Kaşikçi siyaseta fermî ya Siûdiyê nîşan nade, min qet bawer nekir ku qetla rojnamevan Kaşikçi bi fermana Qral hatibe kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji rojnameya Amerîkî Washington Postê re meqaleyek nivîsî, Erdogan bibîr anî ku 18 kesên beşdarî di cînayeta Kaşikçi de lirine li Erebistana Siûdiyê girtîne û diyar kir: “Di encamê de em dizanin ku emrê kuştina Kaşikçi ji asta bilind ya rêveberiya Siûdiyê hatiye, pêwist e tu kes careke din li ser erda hevpeymanê NATOyê wêrekîyeke bi vê şêweyê neke. Hekena dê bi encamên giran re rûbirû bimînin.”

Ji bilî rexnekirina Siûdiyê Erdogan wxesteka ditîna kûjerê Kaşikçi derxiste pêş û wiha got: “Bi yek saniyê jî min bawer nekir ku fermana kuştina Kaşikçi ji aliyê Qral Selman hatibe dayîn. Ji ber vê yekê tu sedem nîne ku ez vê cînayetê wek siyaseta fermî ya Erebistana Siûdiyê qebûl bikim. Di vî warî de kuştina Kaşikçi di navbera herdu welatan de wek pirsgirêk dîtin şaşîtî ye.   

Erdogan ji Erebistana Siûdiyê xwast ku kûjer û cesedê Kaşikçi bê dîtin û wiha domand: “Dîsa jî divê ez vê yekê lê zêde bikim; ku dostaniya me ya bi Riyadê re nayê wê maneyê ku cînayeteke li pêş çavê me hatiye kirin emê çavê xwe jêre bigirin.   

Rojnamevan Kaşikçi di 2yê Cotmehê de piştî ku dikeve Serkonsolosxaneya Erebistana Siûdiyê li Stenbolê tê kuştin û hê jî nayê zanîn bê cesedê wî li kuderê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin