PeyamaKurd – Fermandarê Supayê Pasdarên Îranê Huseyîn Selamî di parlamena Îranê de gotarek pêşkeş kir.
Selamî derbarê gefên Amerîkayê û şandina keştiyên şer bo avên herêmê got ku ew şerê derûnî ye û wiha axivî:
“Amerîka bi vê rêbazê dixwaze tirsa ‘dê şer derkeve’ bixe dilê gel û hinek fermandaran. Ne mimkun e Amerîka êrîşî Îranê bike. Ji ber ku ne hêzeke wê ya şerê Îranê bike heye, ne jî cesareta wê heye şer bike. Çimkî Amerîka ji berevaniya Îranê û ziyanên bigihin keştiyên wan ên şer ditirse. Amerîka xeteriyeke wiha nade ber çavan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin