PeyamaKurd - Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) hejmara giştî ya dawiya sala 2019an a hemwelatiyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê belav kir.
Li gorî amararên hatine eşkerekirin nifûsa Tirkiyê bi giştî 83 milyon û 154 hezar û 997 kes in, li bajarên Bakurê Kurdistanê jî zêdetirî 19 milyon kes dijîn.
Li gor amarên TUIKê serjimariya Tirkiyê di sala 2019an de bi berhevdana ligel sala 2018, bi qasî 1 milyon û 151 hezar û 115 kes zêde bûye û gihîştiye 83 milyon û 154 hezar û 997 kesan.
Herwiha serjimariya bajarên Bakurê Kurdistanê di sala 2019an de bi berhevdana ligel sala 2018ê bi qasî 479 hezar û 185 kes zêde bûye û gihîştiye 19 milyon û 177 hezar û 123 kesan.
Li gor amarên TUIKê, Kurd li Tirkiyê bi giştî %21.88ê nifûsê pêk tînin ku hejmara herî zêde li parêzgeha Rihayê ye û serjimarîya wê gihîştiye 2 milyon û 73 hezar û 614 kesan.
Piştî Rihayê, parêzgeha Dîlokê tê ku serjimariya wê 2 milyon û 69 hezar û 364 kes in, parêzgeha Amedê 1 milyon û 756 hezar û 353 kes in, Gumgum 1 milyon û 154 hezar û 102 kes û parêzgeha Wanê jî serjimariya wê 1 milyon û 136 hezar û 757 kes in
Herwiha ji bilî van 5 bajaran hejmara niştecihên parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê jî di bin yek milyon kesan de ye.
Hejmara herî kêm a bajarê Bakurê Kurdistanê jî li parêzgeha Dêrsimê hatiye tomarkirin ku serjimariya wê 84 hezar û 660 kes in.
Li gorî amarên TUIKê, Stenbol bajarê herî mezin ê Tirkiyê ye û 15 milyon û 519 hezar û 267 kes li wî bajarî dijîn ku bi giştî %18.66ê tevahiya serjimariya Tirkiyê pêk tîne.
Piştî Stenbolê serjimariya paytexta Tirkiye Enqerê 5 milyon û 639 hezar û 076 kes e, Izmîr 4 milyon û 367 hezar û 251 kes, Bursa 3 milyon û 56 hezar û 120 kes, Antalya 2 milyon û 511 hezar û 700 kes û serjimariya bajarê Konyayê jî 2 milyon û 232 hezar û 374 kes in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin