Biden dest neda biryara paytextbûna Qûdsê

Biden dest neda biryara paytextbûna Qûdsê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ku çawa hat ser kar gelek biryarên serdema Trump betal kirin û dan rawestandin, dest neda biryara paytextbûna Qûdsê (Orşelîm) a Îsraîlê û vekirina Balyozxaneya Amerîkayê li Orşelîmê.

Hat ragihandin ku Biden ti guhertinek di biryara Trump a 6ê Kanûna 2017an de nekir ku Qûds wek paytexta Îsraîlê hatibû nasandin û karvedaneke mezin bi xwe re anîbû.

Trump piştî wê biryarê 14ê Gulana 2018an Balyozxaneya li Tel Avîvê ya Amerîkayê veguhestibû Orşelîmê.

Wezîrê Derve yê rêveberiya Amerîka ya Joe Biden, Antony Blinken jî berî niha piştrast kiribû ku di biryara Qûdsê de Washington ti guhertinekê nake û Qûds paytexta Îsraîlê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin