HSDê bîlançoya roja 4emîn a êrîsan û ser eskere kir

HSDê bîlançoya roja 4emîn a êrîsan û ser eskere kir

PeyamaKurd - Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û Tirkiyê de, ên di 12ê cotmehê (doh) de ragihand. HSDê da zanîn ku di encama şer û pevçûnan de 87 kes ji hêzên tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi giştî di şerê berxwedanê de 87 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin û 32 jî birîndar bûn. Herwiha 31 şervanên me şehîd bûn û 36 şervan jî birîndar bûn. Di heman demê de 4 sîvîlên ku Hevrîn Xelef jî di nav de ye, şehîd bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HSDê bîlançoya êrîşan û şerê 12ê Cotmehê wiha ragihand:

SERÊKANIYÊ

* Ji seetên sibehê ve artêşa dagirker bi alîkariya balefir û topan êrîşî Zorava û taxa Sina’a kir. Di dibistana destpêka bajar de şer derket û bi bersivdayîna şervanên me ew êrîş hate şikandin.

* Hewldana artêşa dagirker a ketina taxê rojavayê bajar û qutkirina rêya Til Temirê hate şikandin.

* Herwiha li seransê bajar giştî bi topan û balefirên şer li êrîş pêk tên. Di encama şer de 78 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin û 29 birîndar bûn, 7 BMB û 2 wesayîtên doçkayê jî hatin rûxandin.

* Di van pevçûnan de 22 şervanên me şehîd bûn û 34 şervan jî birîndar bûn.

AMÛDÊ

* Artêşa tirk bajarê Dirbêsiyê topbaran kir. Şer di navbera şervanên me û wan de çêbû û di encamê de 5 çekdarên girêdayî artêşa tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

QAMIŞLO

* Di roja 4’em de seranserê bajar hate topbarankirin. Di encama êrîşan de li parka gel sîvîlek şehîd bû.

DÊRIK

* Di encama bersivdayîna hevalên me de li gundê Babîlê sîlaheke giran hate rûxandin. Herwiha di encama êrîşên artêşa tirk de sîvîlek şehîd bû.

HESEKÊ

* Hewildanên şaneyên veşartî bi êrîşa dagirkeriyê re zêdebûn û wesayîtekê bombebarkirî li kêleka deriye girtîgeha terorîstên DAIŞ’ê ya li taxa Xuwêranê hate teqandin.

KOBANÊ

* Li ser êrîşeke ji baregeheke artêşa tirk, şervanên me bi çalakiyekê baregeha li hemberî Qultepe rûxandin. Li gundê Recm El Hîlwa şervaneke me birîndar bû.

GIRÊ SPÎ

* 2 gund ji hatin rizgarkirin. Di heman demê de bê navber bi hevkariya balefirên keşfê, top û balefirên şer navenda bajar û derdora wê bi giştî tê bombebaran kirin. Şer û pevçûn li seranserî bajar berdewame.

* Di 11’ê mehê de 6 hevrêyên me di encama êrîşeke hewayî de şehîd bûn.

* Çeteyan li ser rêya navdewletî Hevrîn Xelef û hevaleke wê şehîd xistin. Li ser bersivdayîna hêzên me herêm ji çeteyan hate paqijkirin.

*Herwiha li her du aliyên bajar, di çalakiyên hêzên me de 3 çete, di encama çalakiyeke sekvanî de jî leşkerek hatin kuştin.

*Di encama êrîşa hewayî ya li ser Mebrûkayê de 3 endamên asayîşê şehîd bûn, endamek birîndar bû û bi 3 endamên din re jî pêwendiya me qut bû. Dîsa di encama êrîşa hewayî de endamekê asayîşê şehîd bû.

Bi giştî di şerê berxwedanê de 87 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin û 32 jî birîndar bûn. Herwiha 31 şervanên me şehîd bûn û 36 şervan jî birîndar bûn. Di heman demê de 4 sîvîlên ku Hevrîn Xelef jî di nav de ye, şehîd bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin