PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî cara duyemîn hilbijartina seroktiyê ya Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û got, em bi cenabê te bawerim ku dê pêwendiyên hikûmeta Iraqê û Kurdistanê xurt bibin.
Ebdulmehdî di peyama nivîskî de got, “Bi sedema hilbijartina cenabê te bo seroktiya Kurdistanê, di wezîfeya te ya nû de bi dil û can pîroz dikim. Bi hêviya ku em daxwaziyên gelê Kurdistanê yê dilovan bi cî werînin. Em bi te bawerin ku bi hatina cenabê te ser kar, dê pêwendiyên hikûmeta navendî û Kurdistanê bipêş bikevin. Helbet dê bandora vê ya baş li ser welatê me çêbibe.”
Ebdulmehdî cejna Remazanê jî pîroz kir û diyar kir, “Bi wesîleya vê pîrozkirinê Cejna we ya Remezanê jî pîroz dikim û ji Xweda niyaz dikim ji bo we û tevahiya gelê Iraqê bibe sedema tenduristî û aramiyê.”
Serokwezîrê Iraqê Ebdulmehdî 28ê Gulanê jî dema Nêçîrvan Barzanî bo seroktiyê hat hilbijartin jî bi telefonê ew pîroz kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin