Kiliçdaroglu: Helbet ez ê bi HDPê re hevdîtinê bikim

Kiliçdaroglu: Helbet ez ê bi HDPê re hevdîtinê bikim

PeyamaKurd- Namzedê Serokomariya Tirkiyeyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, cara yekemîn li ser nîqaşên hevdîtina bi HDPê re axivî.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku CHP partiya opozîsyona Tirkiyeyê ya sereke ye, li ser nîqaşên bê ka dê li ser vexwendina HDPê çi bibêje, axivî û bi zimanekî zelal got ku

"Helbet ez ê bi HDPê re hevdîtinê bikim. Ma ew ê çi zerara serdana HDPê hebe? Pêwîstiya demokrasiyê ye ku ez serdana hemû partiyan bikim.

Bêguman ez ê serdana HDPê jî bikim. Wekî namzedê serokomariyê, wekî kesekî ku îdiaya serokomarê hemû Tirkiyeyê û 85 milyon mirovan dikim, pêwîstiya demokrasiyê ye ku ez serdana hemû partiyan bikim. Çi zirarê heye ku ez serdana HDPê bikim?

Em di meclise de di bin rêveberiya Cîgirê Seroka HDPê de dixebitin. Em bi wekîlên HDPê re di komîsyonan de dixebitin. Ji serdana HDPê xwezayîtir tiştek tuneye. Ez xwedî wê ferasete me ku hewil didim xwe bigihînim hemû beşên civakê û min hewil da pêk bînin. Xebatên min ên di vî warî de dê berdewam bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin