PeyamaKurd – Alaya Muhafizan ya serokkomariya dewleta Nîjerê piştî dest danîn ser desthilatê, destekvanên wan avêtin ser navenda partiya desthilatdar û gelek erebeyan şewitandin.
Polîs, bi xaza rondikbarînê mudaxeleyê xwepêşandêran kir, hinek xwepêşandêr ala Rûsyayê bilindkirin û li dijî Fransayê sloganan qêriyan.
Wê kî bikeve şûna serokdewletê desteserkirî Muhammed Bazum hîn nayê zanîn lê niha serokê alaya parastvanên serokkomariyê general Omer Tchiani ye.
Ji sala 2020an heya niha 7 care ku li Nîjerê derbe çêdibe. Di sala 2022an de jî li Bûrkîna Fasoyê derbe kiribûn û artêş dest danabû ser deshilatê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin