Bomba teqiya û 10 sîvîl mirin

Bomba teqiya û 10 sîvîl mirin

PeyamaKurd- Li bajarê Afxanistanê li Gazneyê bombeya ku di rê de hatibû bicîhkirin teqiya û di encamê de 10 kes mirin. Berdevkê serokkomariya Afxanistanê Siddiq Siddiqî bo çapemeniyê ragihand ku li ser rêya ku Gazneyê û Çagatûyê bi hev ve gire dide, bombeya ku di rê de hatibû bicîhkirin, dema erebeya ku sîvîlan dibir, teqiya.

Siddiqî got ku bombe ji aliyê Talîbanê de hatiye bicîhkirin,10 sîvîl mirine û 6 sîvîl jî birîndarin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin