Rûsya, dîmenên balafira xwe ya bê mirov wesand

Rûsya, dîmenên balafira xwe ya bê mirov wesand

PeyamaKurd- Rûsya dîmen û vîdeo ya balafira bê mirov ya bi navê ForpostR ku çêkiriye, di ser hesabê medaya civakî ya wezareta bergiriyê de, cara yekem bo çapemeniyê weşand. Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku wan bi temamî bi derfetên xwe yên Rûsyayê alava xwe çêkiriye.

Wezaret got ku temamê perçeyên wê û nivîsên wê yên elektronîk bi derfetên xwe çêkirine. Li gor peymana navbera wezaretê û şîrketa Uralê ya hewakariya sîvîl, wê di sala 2020an de li peyhev hilberîna alavê bike.

ForpostR dikare 24 siet bi xwe keşfê bike û herî kêm dikare 18 siet bifire. Giraniya wê 500 kîlo ye û dikare heya 6 hezar metreyi derê jor.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin