PeyamaKurd- Encumena wezîran ya Kurdistanê îro di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de civiya. Sekreterê giştî yê encumena wezîran Amanc Rehîm ragihand ku wezîfe hatiye dayîn bo komîsyona petrol û xaza xwezayî da bi Bexdayê re bazareka ciddî bike.
Serokwezîrê Kurdistanê Barzanî piştî civînê bi çapemeniyê re hat cem hev û got ku ew bi Bexdayê re ketine pêvajoyeka ciddî û di çarçoveya qanûna esasî de wê li ser mijaran rawestin. Barzanî bo alîkariya serokwezîrê Iraqê Dr. Adil Abdulmehdî sipasiya xwe kir.
Amanc Rehîm jî biryarên ku hatine sitendin bo çapemeniyê weha ragihand:
“Di civîna îro de komîsyona petrol û xaza xwezayî ya Kurdistanê, di çarçoveya destûra Iraqê de hat wezîfedarkirin da bi hukumeta federal re hevdîtinên ciddî bike. Di vê çarçoveyê de mijarên ku helewastî mane, bi taybetî mijarên darayî û petrolê, dê li ser wan bê axaftin.”
Hukumeta Bexdayê ji serê sala 2014an de para hukumeta Kurdistanê %17an anîbû 12 an û maaşên memûran nedida.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin