PeyamaKurd- HDPê ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê lîsteya xwe ya namzetan teslîm kir û bang li partiyên Kurdan kir: “Werin em bibin yek!”
Hevseroka HDPê Pervin Buldan di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got; “Gelê Kurd dîtiye ku qedera Kerkûk, Efrîn, Şernex û Mehabadê bi hev ve girêdayî ye. Em careke dî bangî hemî birayên xwe dikin. Roj roja yekîtiyê ye, roj roja pêkanîna Tifaqa Kurdistanê ya Demokratîk e.
Buldan wiha berdewam kir: “Partiya me ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî her dem amade ye. Kesên ku pirsgirêka Kurdî nabînin, naxwazin pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin. Divê li Tirkiyê makezagoneke demokratîk were avakirin û rêvebiriyên herêmî werin pêkanîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin