PeyamaKurd- Balafirên şêrr yên Îsraîlê li dijî Tugayên El-Qassamê êrîşeke hewayî pêk anî. Di bombebaranê de gelek çeperên Tugayên El-Qassamê hatin îmhakirin.
Di derbarê bombebaranê de hat ragihandin ku Balafirên şêrr yên Îsraîlê êrîş birine ser şaxê Hamasê yê çekdar Tugayên El-Qassamê. Di encama êrîşê de di derbarê kuştî û birîndaran de, heta niha ti agahî nehatine standin.
Di derbarê vê êrîşê de ji aliyê Îsraîl an jî Hamasê ve heta niha ti daxuyanî nehatine kirin.
Ji xeynî vê, Artêşa Îsraîlê ragihand ku duh ji aliyê Filistînê ve hinekan bombeyek avêtine ser tixûbê Xazzê û di encamê de serbazekî Îsraîlê birîndar bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin