PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas ji bo pîrozkirina Seroktiya Nêçîrvan Barzanî ya Herêma Kurdistanê nameyek jê re rê kir.
Maas di nameyê de destnîşan kir, “Em we piştrast dikin ku Almanya di siberojê de jî weke hevbeşeke cihê baweriyê ligel Herêma Kurdistana Iraqê û Komara Iraqê dimîne.”
Heiko Maas di nameyekê de wiha got: “Bi navê Hikûmeta Federalî ya Almanyayê, bi boneya hilbijartina we weke Serokê Herêma Kurdistanê, ez pîrozbahiya germ li we dikim. Hilbijartina we û pêkanîna hikûmeteke nû, du mercên giring in ji bo kûrkirina hevahengî û pêkve karkirina navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî di warê asayişê de, herwiha ji bo zalbûna tehediyên pêşhatên giring ên Herêma Kurdistanê.”
Maas di dawiya nameya xwe de ji bo Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Em we piştrast dikin ku Almanya di siberojê de jî weke hevbeşeke cihê baweriyê li gel Herêma Kurdistana Iraqê û Komara Iraqê bimîne. Di cîbicîkirina erkên we de ez hêviya serkeftina we dixwazim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin