NY: Hikûmeta Kurdistanê di rûbirûbûna korona de karekî gelekî bas kiriye

NY: Hikûmeta Kurdistanê di rûbirûbûna korona de karekî gelekî bas kiriye

PeyamaKurd - Nûnera Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jenin Hennes-Plackshart di civîneke rojnamevanî de ragihand, ew ji nêzîk ve karên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dişopînin û wê karekî gelekî baş di rûbirûbûna Korona de kiriye.

Jenin bal kişand ser ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî cudawaz ji bo rûbirûbûna vîrusa koronayê kiriye û daxwaz ji welatiyan kir pabendî rênimayan bibin.

Nûnera Neteweyên Yekbûyî got, rûbirûbûna korona ne tenê karê hikûmetê ye, ti hikûmetek bi tena xwe nikare rûbirûyî korona bibe, ew karê hemû welatiyan e û divê rênimayên tenduristiyê bicih bînin.

Nûnera NY tekez kir, mixabin metirsiya nexweşiya korona maye, ji ber wê jî divê her kesek agahdar be, lê niha desthilatên Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybet jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, karekî gelekî baş kiriye.

Li Herêma Kurdistanê bi sedema rêkar û rênimayan, rêjeya pêketin û mirina bi vîrusa korona li gor welatên derdorê pir kêm e.  Li Herêma Kurdistanê ji 347 tûşbûyên korona, 320ê wan baş bûne û 4 kesan can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin