Amarên 24 saetên dawî yên Covid-19

Amarên 24 saetên dawî yên Covid-19

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand, hejmara kesên bi vîrusa korona can dane gihîşt 2 hezar û 77 kesan. Herî dawî li tevahiya cîhanê 423 hezar û 681 kes bi vîrusê ketine, 18 hezar û 922 kes pê mirine û 109 hezar û 172 kesî jî ji vîrusê baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê bi daxuyaniyekê eşkere kir, di 24 demjimêrên borî de 2,206 kes bi vîrusa korona ketine û 143 kesan jî can daye û 9,625 kes jî baş bûne.

Hejmara tevahiya kesên li Îranê bi vîrusa korona ketine gihîşt 27,017 kesan û hejmara kesên can dane jî gihîşt 2,077 kesan.

Wezareta Tenduristiyê got, heta niha rewşa tenduristîya 47 milyon û nîv welatiyan hatine pişknînkirin û di du rojên bê de jî rêkarên tundtir digirin ber.

Herwiha îro piştî civîna encûmena wezîran di çarçoveya rêkarên pêşîgirtina belavbûna vîrusa korona de, çûnûhatina nav bajaran hat qedexekirin.

Îspanya:

Wezareta Tenduristiyê ya Ispanyayê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 7937 kes bi vîrusa Korona ketine û 738 kes canê xwe jidest dane.

Bi vî awayî, li Ispanyan hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîşt 47610 kesan û 3434 kesan jî canê xwe jidest dane.

Ev yek di demekê de ye, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ragihand, niha ji sedî 85 kesên bi vîrusa Korona dikevin, li Ewropa û Amerîka tên tomarkirin.

Amarên welatên din ên Covid-19

Li gorî Komîteya Nîştimanî ya Tenduristiyê ya Çînê ku roja çarşemê hejmara kesên bi vîrusê ketine kêm bû û hemû jî kesên ku ji derveyî welat hatibûn.

Li Zelandaya Nû 50 kes bi vîrusê ketine. Li Îsraîlê 5 kes pê mirine, bi giştî nexweş 20 hezar û 30 kes in.

Wezareta Tenduristiyê ya Umanê diyar kir ku 15 kesên din bi vîrusê ketine.

Li Almanyayê hejmara kesên bi vîrusê ketine, bilind bû û bû 31 hezar û 554 kes û 149 kes jî pê mirine.

Li Afrîkaya Başûr hejmara nexweşan jî 700’î derbas kir.

Li Îtalyayê roja sêşemê hejmara kesên ku ji ber vîrusê dimirin, bilind bû û bû 743 kes. Ev yek piştî du rojan ku hejmara miriyan kêm bûbû, çêbû.

Li Tirkiyê hejmara miriyên bi vîrusê zêde bû û gihîşt 44’an. Her wiha 343 kesên din bi vîrusê ketin û hejmara wan bû hezar û 872.

Li Koreya Başûr hate ragihandin ku 100 kesên din bi vîrusê ketine.

Li Newyorkê ya Amerîkayê jî li gorî agahiyan hejmara nexweşan gihîştiye 14 hezar û 776 kesan û hejmara miriyan 131 kes e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin