Pompeo: Terorîstên kirêkirî êrîsê Iraqiyan dikin

Pompeo: Terorîstên kirêkirî êrîsê Iraqiyan dikin

PeyamaKurd-Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo rêvebiriya Iraqê rexne kir û got ku wê hukumeta Iraqê heya kengê hemwelatiyên xwe ji destê mîlîsan û çekdarên kirêkirî neparêzin?

Pompeo ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê twitterê de kir û di ser hesabê xwe de kurtevîdeoyekî jî belav kir. Di vîdeoyê de mûşeka ku bi ser banê malekî li Bexdayê de tê xwarê an dikeve.

Pompeo di peyama xwe de dibêje:

“Kengê welatiyên Iraqê êvarê tên mala xwe û bêhna xwe didin, wê demê wê Hîzbûllaha Iraqê bi mûşekan li Bexdayê bide. Ez aciz dibim ku terorîstên kirêkirî êrîşê Iraqiyan dikin. Wê hukumeta Iraqê kengê dest bi parastina Iraqiyan bike û wan ji terorîstêm kirêkirî biparêze.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin