PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) 30 ton alîkariyên tenduristiyê gihandin bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê.
Nûnera WHOyê li Sûriyê li ser hesabê xwe yê twitter belav kir ku WHOyê îro 12ê Gulanê 30 ton alîkariyên bijîşkî gihandiye bajarê Qamişlo.
Hat diyarkirin ku ew yekemîn bar e ji heyama 2 salan ve ku digihînin Qamişlo û got, ev alîkarî ji pêwîstiyên tenduristî û bijîşkî pêk tên, ji bo xizmeta xelkê wê navçeyê hatiye şandin.
Berî niha jî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê dabû xuyakirin ku wan 20 ton alîkariyên bijîşkî şandine Qamişlo, lê berpirsên Rêveberiya Xweser diyar kiribûn ku ew alîkarî negihîştine wan û ketine destê rêjîma Sûriyê.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Cizîrê Dr. Menal Mihemed beriya niha dabû xuyakirin ku heta niha Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ti alîkarî ji wan re pêşkêş nekirine û tenê Herêma Kurdistanê alîkarî ji wan re şandine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin